IraqNûçeRojhilatanavin

Teqîna terorîstî li ser riya ziyaretkirên baregehên pîroz li Iraqê

Ji ber teqîna terorîstî li başûrê rojavaya Iraqê û li ser riya ziyaretkirên baregehên pîroz li başûrê rojavaya paytexta Iraqê, çend kes hatin kuştin yan jî birîndar bûn.

Li gor rapora ajansa Faars News’ê, ji zarê têlêvîzyona Meyadînê, Ji ber teqîna terorîstî ya îro duşemê li başûra rojavaya Iraqê û li ser riya ziyaretkirên tirba Îmam Mûsa Kazim (S) li navça Sêyidiye li başûra rojavaya paytexta Iraqê 4 ziyaretkir hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Roja şemiyê jî ji ber teqîna bombekê li ser riya ziyaretkirên baregehên pîroz li navça Nehrewanê li başûra rojhilata Bexdayê 21 kes hatin kuştin û 42 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu