Teqîna trimbêla bombekirî li bajarê Idliba Sûriyê
Li encama trimbêleke bombekirî li bajarê Idlibê li bakurê Sûriyê, herîkêm 6 kes hatin kuştin.
Li gorî rapora IRNA`yê, li vê teqîna terorîstî ku şemiyê şevê li nêzîkî nexweşxana bajarê Idibê qewimîn, 28 kes jî birîndar bûn.
Çavakaniyên xwecî raghandin nexweşxana bajarê Idlibê li encama vê teqînê xisar dîtine û îmkana xizmetgîhandina têde tine.
Bajarê Idlibê li bakurê rojava Sûriyê di lepê terorîstan e.
Terorîstan piştî tamulkirina işkestên berdewam li hember hêzên sûrî, pirtir ji berê teqînên kûr û kuştina xelkê sivîl li navçeyên curbicure Sûriyê qewimîne.
Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû.