NûçeRojhilatanavinSûriye

Serkirdeyekî koma terorîst a DAIŞ`ê li başûra Şama paytexta Sûriyê, hate kuştin

Li gorî rapora IRNA`yê, medyayên nêzîkî neyarên dewleta Sûriyê, roja pêncşemiyê ragihandin, meytê Frans Xanim, nasyar bi Ebû meryem, ku bi derba gulleyê hatiye kuştin, li taxa Hece El Eswedê li başûra Şamê hate dîtin.

Xanim berî niha ji aliyê terorîstan ve tawanbar bibû ku di navbera hêzên xwe de cidatiyê pêk tîne.

Hin nûçe jî hatine weşandin ku li gorî wan Mihemed Ehmed el Herîrî, yek ji hêzên koma terorîst a Tehrîr El Şamê ji aliyê DAIŞ`ê ve li navenda kempa Yeremûkê li başûra Şamê hatiye kuştin.

Navenda ragihandina şêrr a Sûriyê jî roja pêncşemiyê, vîdyoyekî li ser dewama pêşveçûna hêzên artêşa Sûriyê li çiyayên El Şûmeriyê li dorhêla bajarê Humsê weşand ku giraniya şerrê artêşa Sûriyê ligel koma terorîst a DAIŞ`ê nîşan dide.

Artêşa Sûriyê duh çarşemiyê li dewama pêşveçûnên xwe li navçeya rîfa Humsa rojhilat, karî pişkên din ên vê navçeyê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê azad bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu