IraqNûçeRojhilatanavin

Teqînên terorîstî li bakûra Bexdayê

Ji ber teqînên terorîstî li bakûra Bexdayê 26 kesên sivîl hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Li gor rapora ajansa Sûmiriye News’ê, ji ber teqîna du trombîlên bombebarkirî li nîzikiya bazarê Şelalê li navça El-Şebê li bakûra Bexdayê, herî kêm 5 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.

Berpirsên iraqî ragihandine ku piştî serketinên vê dawiyê yên artêşa vî welatî û hêzên gelanî li hemberî terorîstan, niha terorîstan ji bo tirsandina xelkê sivîl kiryarên terorîstî û teqandina bombeyan li nav Bexdayê û bajarên din cih tînin.

Ji ber teqînên duh yêkşemê li navça El-Miqdadiye li 25 kîlomitriya bakûra rojhilata Beqûbê li parêzgeha Diyalê jî 7 kes hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûne.

Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li daxûyaniyekê ev kiryarê terorîstî mehkûm kirin.

Wî ji hemû aliyên siyasî û berpirsên iraqî xwest ku bona jinavbirina pîlanên terorîstan li Felûcê hişyar bin û hevkariya artêşa Iraqê bikin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu