NûçeRojhilatanavin

Teqînên terorîstî li Bexdayê

Bexda paytexta Iraqê îro çarşemiyê jî bû meydana çend teqînên teroîstî bû. Li encama van teqînan dîsa jî goriyên sereke kesên sivîl bûn.

Li gorî rapora malpera El-Firat Newsê, çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê bal kişand ser vê yekê ku roja çarşemiyê sê teqînên treorîstî li navçên curbicur ên Bexdayê qewimîn û got : Li yekim teqîna treorîstî li navça Nehrewanê , rojhilata Bexdayê, 2 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn .

Wî got ku teqîna dudiyan a treorîstî jî li navça El-Êskanê rojava Bexdayê qewimî ku li encama wê welatiyekî iraqî hat kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn .

Navça pêşeyî ya şêx Omer navenda Bexdayê jî navça sisiyan bû ku ket ber êria treorîstî ku li encama wê 3 kes hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn .

Çavkaniyên pizîşkiyê yên Bexdayê ragihandin ku halê 9 kes ji birîndaran xirab e.

Duh jî ji ber teqîna treorîstî li bakur û başûrê Bexdayê herîkêm 3 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn .

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji Hezîrana 2014`an bi piştgiriya hin welatên rojava û erebî derbasî axa Iraqê bû û bi dagirkirina hin navçên vî welatî gelek cinayet li vî welatî kirine. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu