IraqNûçeRojhilatanavin

Serketina hêzên hevpar ên iraqî li opêrasyona azadkirina Mûsilê, koma têrorîst a DAIŞ`ê li vî şarê istiratêjîk asê kirîye

Serketina hêzên hevpar ên iraqî li opêrasyona azadkirina Mûsilê, koma têrorîst a DAIŞ`ê li vî şarê istiratêjîk asê kirîye.

Opêrasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji 17`ê Cotmehê va destpê bû û îro li gorî gotina Heyder Fazil yek ji fermandarên hêzên taybet ên Iraqê, êrişa ser baregehên DAIŞ`ê li nav bajarê Mûsilê destpê bûye. Çavkanîyeke herêmî li parêzgeha Nêynewayê jî ragihand ku têrorîstên DAIŞ`ê meqerên xwe li baregeha serbazî ya Gezlanîyê li Mûsilê vala kirin û zîndanên xwe yên nihênî jî daxistin.

Hêzên seferberîya gelanî, artêş û pêşmerge li opêrasyona azadkirina Mûsilê pişkdar in.

Eva ku hêzên iraqî niha giheştine ber derîyên Mûsilê û êrişên ser baregehên DAIŞ`ê li nav Mûsilê destpê bûne, nîşana serkevtina opêrasyona azadkirina Mûsilê û dewama bihêz a vê opêrasyonê ye.

Di vê çarçovê da, Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, duh dema serdana deverên cengê li parêzgeha Nêynewayê got: Ez dilniyayîyê didim gelê Mûsilê ku hêzên me yê ber bi gund û dever û her derên ku gel li wir in, pêşda herin û jibo rizgarkirina gel fidakarîyê bikin.

Ebadî herwiha got: Azadkirina Mûsilê armanceke birûmet a iraqî ye. DAIŞ`ê tu cihek li vî welatî tineye. Hin kom jî hene ku jibo jinûve avedankirinê û xizmetguzarîyê piştî derxistina DAIŞ`ê amade ne.

Vê armancê xwe li vîyana xurt a hêzên iraqî li opêrasyona azadkirina Mûsilê nîşan daye. Vê vîyanê bi palpiştîya gelanî nehîşt ku amerîkî ser rêka opêrasyona azadkirina Mûsilê astengîyan derxin. Çend rojan berî niha amerîkîyan li halekî daxwaza rawestandina opêrasyona azadkirina Mûsilê hilêxistin ku ev opêrasyona serkevtî bûye û roja hêzên seferberîya gelanî têda berbiçav û bibandor bûye.

Şerê rewanî yê Amerîka û Tirkîyê li warê tawanbarkirina hêzên seferberîya gelanî ku bi armanca qaşo piştgirîya ji suneyên Mûsilê ket rojevê jî nekarî armanca wan pêşda bibe. Piştgirîya amerîkîyan ji suneyan li halekî ye ku niştecîyên Mûsilê ji Hezîrana sala 2014`an va rojên dijwar di bin sîya DAIŞ`ê da derbas kirin. Di rewşeke wiha da hêzên seferberîya gelanî di çarçova berjewendîyên netewî da bûne hêzên istiratêjîk li şerê dijî têrorîsmê û van hêzana niha têrorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê asê kirine.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê nîşandana hêz û yêketîya hemî qatên iraqî li bereya pêşîn a şerê dijî têrorîsma DAIŞ`î ye û Heyder Ebadî jî bi palpiştîya van bingehên girîng li parêzgeha Nêynewayê soz da niştecihên Mûsilê ku serê DAIŞ`ê li Mûsilê yê were birrînê.

Işkesta haykûf û helahelayên vê dawîyê têkildarî opêrasyona azadkirina Mûsilê hasila tifaqa hemî çîn û qatên gel û artêşa Iraqê û helwesta vebirr a dewleta Heyder Ebadî ye ku mehîşt insîyatîfa vê opêrasyonê bikeve destê hevalbendîya amerîkî. Helwesta xurt a dewleta Iraqê û hevrêtîya gelê vî welatî, opêrasyona azadkirina Mûsilê di rêyeke durist da pêşda dibin û tu komployek nikare pêşîya wê bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu