NûçeRojhilatanavin

Têrora lêkolerê filistînî li Malezîyê

Lêkolerekî filistînî bi derba gulleya kesên nenas li Malêzîyê hat kuştinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Fadî Beteş ê 35 salî lêkolerê filistînî vê sibê li Malêzîyê hat kuştinê. Ew li ber derê mala xwe ket ber êrişa bi çekan. Lêkolînên polîsan ji bo naskirina kujerê Beteş destpê bûne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sema`yê, navenda polîsên Malêzîyê ragihand ku 2 kesên sîyarê matorsîklêtê di siet 6`ê sibê ser wextê Malêzîyê zêde ji 10 gulleyan ber bi Beteş va reşandin ku yek ji serê wî ket û wî demlidest canê xwe ji dest da.

Beteş xelkê Zîvala Gazê û mamostê zanîngeheke Malêzîyê bû. 3 zarên wî hene. Berî ku ew bê Malêzîyê li Zîvala Gazê karmendên Şîrketa Ceryanê bû.

Ew li Malêzîyê herwiha pêşnimêjê Mizgevta Ebas`ê bûye û bi komelên xêrxwazîyê yên wek MyCare, Al Aqsa û i4Syria`yê re kar dikir.

Di vî halî da Dawûd Şehab berdevkê Tevgera Cihada Islamî bal kişand ser vê yekê ku Fadî Beteş yek ji çalakên herî berbiçav di warê piştgirîya ji mesele û gelê Filistînê de bû li gellek sazî û dezgehên ku piştgirîya gelê Filistînê dikirin, endam bû.

Dawûd Şehab berdevkê Tevgera Cihada Islamî, Sazîya Sîxorîyê ya Rêjîma Sîyonîst (MOSSAD) bi têrora Fadî Beteş tawanbar kir.

Xalid Beteş yek ji fermandeyên Tevgera Cihada Islamî jî Sazîya Sîxorîyê ya Rêjîma Sîyonîst (MOSSAD) bi têrora Fadî Beteş tawanbar kir û ji rayedarên Malêzîyê xwest ku ji bo naskirina kujerên Beteş demlidest dest bi lêkolînan bike.

Başa dön tuşu