NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîst li bakûrê Sûriyê ketine canê hevdu

Têrorîstên Cibhetul-Nusreh û Cêyîşul-Tehrîrê li derûdora Idlibê li bakûra Sûriyê ketine canê hevdu.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA’yê, Terorîstên Cibhetul-Nusreyê ku ser bi El-Qaidê ne îro sibê li bajarê Kefer Nebelê li derûdora bajarê Idlibê êrişî ser mala Muhemmed El-Qabî serkirdeyekî Cêyîşul-Tehrîrê kirin û piştî şer û pevçûneke giran wan karî El-Qabî bigrin û bibin ciyekî nediyar.

Medyayên ser bi terorîstan li nav axa Sûriyê ragihandine ku terorîstên Cibhetul-Nusreh herwisa êrişî ser nivîsgeha medyayî ya grûpa terorîstî ya din a ser navê Cêyîşul-Tehrîrê kirin lê wan nekarîn kesên ku li vê nivîsgehê dixebitîn bigrin.

Herwisa grûpek din ji endamên terorîstên Cibhetul-Nusreh li Hemayê êrişî ser endamên Cêyîşul-Tehrîrê kirin û serkirdeyê vê grûpê û 2 hevriyên wî girtin û dest bi ser parek pir ji çek û sîlahên vê grûpa terorîstî da girtin.

Hatiye ragihandin ku çend rojên berê li Laziqiyê terorîstên Cibhetul-Nusreh û Cêyîşul-Tehrîrê li kêlega hevdu dijî artêşa Sûriyê şer dikirin û wan dil hebûn ku bajarê Kinsebayê bigrin ku ji aliyê artêşa Sûriyê va rastî işkestê hatibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu