NûçeRojhilatanavinSûriye

Têrorîstan êrişî rojavaya Sûrîyê kirin, 5 kes hatin kuştinê yan birîndar bûn

Di encama êrişa bi mûşekan a têrorîstên li Deverên Kêmkirina Gêreyê ser derdora şarê Cebele li parêzgeha Laziqîyê da welatîyekî sûrî hat kuştinê, 4 jî birîndar bûn.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Sûrîyê (SANA), têrorîstên li parêzgeha Idlibê û deverên bakura parêzgeha Laziqîyê vê sibê bi rokêtan êrişî gundê Bixizirmoyê li derdora şarê Cebelê kirin ku artêşa Sûrîyê ew êriş pûç kirin.

Têrorîstên ser bi Cebhet ul Nusrê û Partîya Al Turkistanî û hin komên din ên têrorîst niha li hejmarek gund û bajarokên derdora Laziqîyê li nêzîkî sînorê Tirkîyê ne.

Başa dön tuşu