NûçeRojhilatanavinSûriye

Teroristan êrişî ser guzergaha korîdora însanî ye kirin

Li nêzî kampa penaberan a el-Vafidin a Sûriyeyê teroristan bi topên hawan êrişî ser tekane korîdora mirovî ya di navbera Şam û Gutaya Rojhilatî de kirin.

Serpelekî artêşa Sûriyeyê ragihand ku li nêzî jîngeha Dumayê teroristan êrişî qereqoleke artêşa Sûriyeyê ku li ser guzergaha korîdora însanî ye kirin. Roja înê bi 36 hawanan, roja şemiyê bi 20 hawanan êrişî korîdıra mirovî kirin. Êrîşên li ser korîdora mirovî îro jî dewam kirin.”

Heman serpelî diyar kir ku hêzên hikûmetê amade ne ku alîkariya hemû sivîlên ku ji herêma ku teroristan kontrol dikin derkevin bike, “lê teroristan bahêlin jin û zarokan ji wir derkevin, karwanên alîkariya mirovî jî nikarin biçin û bên. teroristan zarok û jinan weke mertala zîndî bikar tînin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu