NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstan li Sûriyê madên kîmyayî bi kar anîn

Nûnerê Sûriyê li Rêxistiya Netewên Yekgirtî ragihand ku grûpên terorîst bi îzna welatên Rojavayî madên kîmyayî bi kar anîn

Li gorî rapora IRIB News`ê, Beşar Ceferî nûnerê Sûriyê li Rêxistiya Netewên Yekgirtî li gotinên xwe yên duh sêşemê li civîna Konseya Ewlehiyê li bara qedexetiya çekên tevkujî û bi taybet li bara xetera ketina van cure çek û sîlahan destê grûpên fanatîk ragihand ku grûpên terorîstî bi îzn û çiraya kesk a welatên Rojavayî li nav axa Sûriyê ji madên kîmyayî bi kar anîn.

Li gorî rapora telivîzyona El-Exbariye, Beşar Ceferî destnîşan kir; Grûpên terorîstî bi palpiştiya hinek ji welatên rojavayî ku hinek ji wan jî endamê Konseya Ewlehiyê ne, dijî xelkê Sûriyê çekên kîmyayî bi kar anîne.

Nûnerê Sûriyê li Rêxistiya Netewên Yekgirtî destnîşan kir; Hinek ji welatan jî bona pêşbirina armancên xwe alîkariyê didin grûpên çekdar û xwedêbergiravînavînrê yên dijî dewleta Sûriyê.

Vê dûmahîkê piştî paşda kişyana terorîstên DAIŞ`ê ji hinek ji navçên Helebê li bakûra Sûriyê, vê grûpa terorîstî bona rawestandina pêşketinên artêşa Sûriyê li çend navçan gaza kîmyayî ya Xerdelê dijî xelkê bi kar aniye ku ji ber vê cinayetê heta niha 20 kes ji xelkê sivîle Sûriyê hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê navçên cur bi cur ên derûdora bajarê Mari`ê li bakûra parêzgeha Helebê pê gullên kîmyayî dane ber êrişên xwe.

Li gorî rapora saziyekî doxtoriya amerîkî-sûrî, grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li şer û pevçûnên xwe tev artêşa Sûriyê, zêde ji 160 êrişên kîmyayî pêk anîne û li van êrişên xwe yên kîmyayî gaza Sardîn, Kolor ûXerdelê bi kar aniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu