NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstan ser bi Tirkiyê malên efrîniyan talan kirin

Çekdarên ser bi koma nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê roja Yekşemiyê piştî dagirkirina bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê, malên xelkê li vî bajarî talan kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, mîlîtanên bin sîvana piştgiriya Tikriyê piştî dagirkirina bajarê kurdnişîn ê Efrînê li bakurê Sûriyê, ketin nav dûkan, xwaringeh û malên xelkê û malên wan bi xwe ra birin.

Gellek ji rûniştiyên bajarê 350 hezar kesî yê Efrînê piştî destdirêjiya hêzên Tirkiyê û çekdarên koma Artêşa Azad a Sûriyê neçar man ku terka malên xwe bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu