EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Terorîstê Talîbanê bi çar aliyan ve êrişî bajarê Kuzduzê kir

Milîtanên Rêxistina Talîbanê, bi çar milan ve êriş li hemberî bakarê Kunduzê ku dikeve bakurê Afganîstanê pêk anîn.

Berdevkê Walîtiya Kunduzê Sayid Muhammed Daniş di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên ewlehî li herêmê Seh Dereka Kunduzê hê jî bi milîtanan re şer dikin û li hemberî rêxistina Talîbanê bi hêzên hewayî jî operasyon têne li dar xistin û heta niha gelek milîtanên rêxistinê hatine kuştin.
Ji aliyê din ve li gorî şahidên bûyerê, milîtanên Talîbanê her diçin nêzî bajarê Kunduzê dibin û kontrola hemû qereqol û çeperên ser rê xistine destê xwe. Her wiha berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahît jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku di encama êrişê de li navenda bajarê Kunduzê gelek cih hatin bidestxistin û kontrola wan niha di destê rêxistinê de ye.

Milîtanên Rêxistina Talîbanê, sala borî dîsa êrişeke berfirehî û ji nişka ve li hemberî bajarê Kunduzê bi kar anîbûn û kontrola bajêr bi dest xistibûn, lê hêzên ewlehî piştî çend rojan bi operasyoneke berfirek ji destê wan deranî bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu