NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstên Artêşa Azad a Sûrîyê: ”Alîkarîya ku ji Artêşa azad re tê tenê ji Tirkîyê tê. Tu dewletek din alîkarîyê nade me. Tirkîye hem mûçeyê me dide, hem desteka lojîstîk û çekan dide me”

Dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan her çiqasî dibêjin ku desttêwerdanan di Sûrîyê de nakin û alîkarîya tu grûpek çekdarî nakin jî, tê zanîn ku Artêşa Azad a Sûrîyê (OSO) bi destê Tirkîyê hatine avakirin û bi alîkarîya Tirkîyê li ser lingan e.

Artêşa Netewî li Idlîbê bi destê Tirkîyê û ji bo yekîtîya grûpên cîhadxwaz hat damezirandin. Serdarê Artêşa Netewî Albay Haytham Afîsî vê yekê înkar nake û eşkere dike ku Artêşa Netewî bi destê Tirkîyê hatiya avakirin û tenê ji Tirkîyê alîkarî stendiye.

Haytham Afîsî, ji Ajansa Reuters re axivî û got: ”Alîkarîya ku ji Artêşa Netewî re tê tenê ji Tirkîyê tê. Tu dewletek din alîkarîyê nade me. Tirkîye hem mûçeyê me dide, hem desteka lojîstîk û çekan dide me”.

Haytham Afîsî, eşkere dike ku Artêşa Netewî bi alîkarîya Tirkîyê bihêz bûye û bi alîkarîya Tirkîyê li herêmê Akademîyên perwerdeya şer ava kirine. Haytham Afîsî, tîne zimên ku bi alîkarî û desteka Tirkîyê ew li herêmên Idlîb, Efrîn û Şehbayê xurt bûne û hejmara wan gîhaye 35 hezar çekdarî.

Başa dön tuşu