NûçeRojhilatanavinSûriye

Têrorîstên Artêşa Azad a Sûrîyê li Cerablusê êrişî artêşa Tirkîyê kirin

Civata Leşkerî ya Minbicê li daxûyanîyekê ragihand ku komeke têrorîstên Artêşa Azad a Sûrîyê li gundê Tûxarayê ser bi Cerablusê êrişî hêzên artêşa Tirkîyê kir û di navbera her du alîyan de pevçûn derket.

Li gorî rapora malpera Zer News`ê, Konseya Leşkerî ya Minbicê li daxûyanîyekê ragihand ku şeva buhurî di siet 22:33`yê ser dema Sûrîyê de, komeke têrorîstên ser bi Artêşa Azad a Sûrîyê li gundê Tûxaraya ser bi Cerablusê êrişî hêzên artêşa Tirkîyê kir ku li gorî ragihandina çavkanîyên herêmî pevçûna di navbera her du alîyan de didome.

Serokerkantîya artêşa Tirkîyê hê ev nûçeya piştrast an ret nekirîye.

Başa dön tuşu