IraqNûçeRojhilatanavin

Terorîstên DAIŞê li navçeya Xurmatûyê şevê bi dizî dikevin nava bajêr û bombeyan di binê erde bi cih dikin

Terorîstên DAIŞê li navçeya Xurmatûyê şevê bi dizî dikevin nava bajêr û bombeyan di binê erde bi cih dikin.

Li gorî agahiyên li ser malpera Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê terorîstên DAIŞê ji bo ku hêzên pêşmerge bikin armanc, şevê bi dizî dikevin navçeya Xurmatûyê û teqemeniyan li ser rêya pêşmergeyan di binê erde bi cih dikin.

Hat ragihandin ku terorîstên DAIŞê beriya çend rojan li ser rêya gundên Bîrehmed û Zerge du teqemenî bi cih kiribûn û di encama teqîna wan teqemeniyan de hinek pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Fermandariya pêşmergeyan a li ser sînor diyar kir ku ew teqemenî nû hatine bicihkirin, ji ber ku ev sînor berê bi temamî hatibû paqijkirin.

Hêjayî gotinê ye ku mihwera Xurmatû xwediyê sînorekî berfireh e û li ser wî sînorî gelek gund hene û her wiha aliyê bakurê rojhilat ê Xurmatû di bin kontrol Artêşa Iraq û Heşdî Şebî de ye. Tê gotin ku terorîstên DAIŞê bi şevan bi dizî dikevin nava sînorên cihên di destê Artêşa Iraq û Heşdî Şebî de ne.

Başa dön tuşu