NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstên DAIŞê û El Nusra bi hev ketin

Çekdarên DAIŞê êrişî çekdarên El Nusra yên li başûrê paytexta Sûriyê kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, ku navenda wê li Londonê ye, ragihandiye, duhî çekdarên DAIŞê êrişî kampa Yermûk li başûrê Şamê kirin ku di destê çekdarên El Nusra de ye.

Li gorî agahiyan, ji ber wê jî şerekî giran di navbera her du komên terorîst de derket û çekdarên DAIŞê karîn beşek ji kampê bixin destê xwe.

Li kampa Yermûkê, ku 8 km dûrî Şamê ye, herî zêde koçberên Filistînî dijîn lê piştî şerê Sûriyê beşek ji alîgirên El Nusra jî li kampê bicîh bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu