ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêkutîya pêşnimêjê nimêja înîyê ya Têhranê li ser pişkdarîya herîzêde ya îranîyan li hilbijartinan

Pêşnimêjê demkî yê nivêja înîyê ya Têhranê bi pêkutîya li ser pişkdarîya herîzêde ya gelê Îranê li hilbijartinên pêşberî welêt (hilbijartinên serokomarî û civatên gund û bajêran di 19`ê Nîsana îsal da) got: Pişkdarîya herîzêde ya gel li hilbijartinan hêla pênaseya Inqilaba Islamî ya Îranê qahîm dike.

Hucet ul islam Kazim Sêdîqî li xutbeyên nimêja înîyê ya Têhranê sala nû ya tavî ango sala 1396`ê pîroz kir û bal kişand ser hilbijartinên pêşber li welêt û got: Hilbijartin hertim li Nizama Komara Islamî ya Îranê rukneke bingehîn bûye ji ber ku esas û bingeha Nizama Komara Islamî ya Îranê  serdestîya gelanî û nîşandana vîyana gelanî ye.

Kazim Sêdîqî herwiha lidarxistina hilbijartinan li Îranê nîşana dewama gelanîbûna Nizama Komara Islamî ya Îranê zanî.

Pêşnimêjê demkî yê nivêja înîyê ya Têhranê bal kişand ser sala 1396`ê ku ji alîyê rêberê giranqedir ê inqilabê va wekî sala “ aborîya ser bingeha berxwedanê, berhemanîn û karkirina jibo ciwanan“ hatîye binavkirinê û got: Berçavgirtina rinimûnîyên rêberê giranqedir ê inqilabê di warê cihanîna sîyaseta ser bingeha berxwedanê da, çareserîya pirsgirêkan di warên aborî û bêminetîyê da ye.

Wî bal kişand ser komployên dijminên gelê Îranê li beşên çandî û aborîyê û got: Dijmin hewl didin bi rêka êrişa çandî, zextên aborî û boykotan, gel ji nizama islamî dilsar bikin lê, gelê inqilabî yê Îranê hertim pêbendê nirxên inqilaba islamî bûne.

Xetîbê nimêja înîyê ya Têhranê pêkutî kir: Gelê Îranê tu wexta li hemberî zextan teslîm nabe û Îrana islamî bi tifaq û hevgirtina hemî pişkan, yê rêka pêşketin û geşatîyê bidomîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu