NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstên li Sûriyê agir berdane çend ûtûbûsan

Çavkjaniyên sûrî ragihandin ku terorîstên tekfîrî agir berdane hejmareka ûtobûsên ku jibo Keferiya û Fûê hatibûne şandin.

Li gorî rapora nûçegîhanê Ajansa nûçeyan a Tesnîmê li Helebê, berpirsên têkildar ragihandin ku biryar e kesên çekdar ji taxên rojhilatê derkevin.

Li gorî gotina nûçegîhanê Tesnîmê, heya niha tu kerwanek ji bajarokên dorpêçbûyî yên Keferiya û Fûê li dorhêla Idlibê ve derbasî Helebê nebûye.

Tê  gotin nakokiyên di navbera komên terorîst ên Ehrar El Şam û Bereya El-Nusrê de, nahêlin ku birîndar û nexweş ji Keferiya û Fûê werin derxistin. Heta hin terorîstên tekfîrî ardûya ûtobûsên ku ber bi Keferiya û Fûê ve diçûn didizin.

Nûçegîhanê Tesnîmê herwiha ragihand ku hin otûbûs derbasî taxên rojhilatê Helebê bûne jibo birina kesên çekdar bi riya derbasgeha El Ramûseyê.

Hevgavê vê kiryarê, otûbûs gihîştine nêzîkî Fûe û Keferiyayê ta ku nexweş, birîndar û malbatên şehîdan bi xwe ra biben Helebê.

Herwiha trombîlên ser bi Hîva Sor a Sûriyê derbasî derbasgeha bajarokê Fûê bûne ta ku birîndar û nexweşan veguhezin.

Nûçegîhanê Tesnîmê, ragihand artêşê destnîşan kirye heya ku otûbûsên ku jibo Keferiya û Fûê bona veguhestina birîndar û nexweşan hatine şandin venegerin Helebê, nahêlin terorîstên mayî ji taxên rojhilatê Helebê derkevin.

Di encamê de sê otûbûs ber bi rawestgeha lêgerînê ya komîteyên gelanî yên bajarokên Keferya û Fewê ve çûn ta ku yekemîn koma birîndar  û nexweşan vegyhezin, û hîn jî hin otûbûs li bendê ne ku derbasî bajarokan bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu