NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstên ser bi Tirkiyê ve li navçeya Cindirês ya Efrînê bi ser gelek malan de girt û gelek malên welatiyên Kurd talan kirin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li navçeya Cindirês ya Efrînê bi ser gelek malan de girt û gelek malên welatiyên Kurd talan kirin.

Talan, dizî û zext û fişarên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li bajarê Efrînê yê Suriye berdewam dikin.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, çekdarên ser bi Tirkiyê ve li navçeya Cindirês a Efrînê bi ser gelek malên welatiyên Kurd de girt û malên wan talankirin.

Hat gotin ku wan çekdarn îşkence û heqaret li welatiyên Kurd kirine ku jin jî di nav de hene.

Tê ragihandin ku heta niha 50 jinên Efrînî di zîndanên çekdarên ser bi Tirkiyê ve tên girtin.

Başa dön tuşu