CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Terorîzm xetera herî giring jibo civaka cîhanî ye

Wezîrê karên derve yê Iraqê, diyar kir ku karê sereke ya welatên cîhanê niha piştgiriya ji wan welatan e ku li hember terorîzmê şêr dikin û tekez kir ku terorîzm tim talûka herî giirng jibo civaka cîhanî ye .

Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derev yê Iraqê roja duşemiyê nav koma  balyozên welatên  ewrûpî yên hazir li Bexdayê bal kişand ser vê yekê ku  rêçara  kontrolkirina  terorîzmê hevkariya  navneteweyî ye û destnîşan kir heya dema ku  çavakniyên  aborî yên terorîzmê neyên qutkirin û hizra  tekfîrê wek sûç neyê zanîn dê bingehên  treorîzmê tim  dê talûka herî giring jibo cîhanê bin .

Balyozên welatên  ewrûpî jî li vê civînê ser pitgiriya ji Iraqê jibo rawestana li ber grûpa terorîstî ya DAIŞê tekez kir û serketinên Iraqê li hember  terorîzmê pesinandin.

Grûpa terorîstî ya DAIŞê sala 2014`an  bi piştgiriyên  aborî û eskerî yên Emerîkayê û hevpeymanên  erebî û rojavayî  yên vî welatî hin beşên axa Iraqê dagir kir . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu