BehreynNûçeRojhilatanavin

Tevgera El-Wefaya Îslamî ya Behreynê normalkirina peywedniyan bi Rejîma Siyonîstî re şermezar kir

Tevgera El-Wefaya Îslamî ya Behreynê roja şemiyê li daxûyaniyekê kiryara welatên navçê ya normalkirina peywedniyan bi Rejîma Siyonîstî re şermezar kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, li daxûyaniya tevgera  El-Wefaya Îslamî ya Behreynê hatiye destnîşan kir ku seredana  Nêtanyahû ji Umanê û beşdariya hin welatên Îslamî li pêşbirkên werzişê ya hevpar bi siyonîstan re weke  teslîmbûna  li hember xwestekên  Emerîkayê û çandina  tova kanserê ya  siyonîsmê li navça  da zanîn.

Tevgera El-Wefaya Îslamî ya Behreynê kiryara ji bo normalkirina  peywendiyan bi siyonîstan re şemezar kir û ji misilmanên cîhanê xwest ku berxwedana  bona jinavçûna tovê kanserê ya  Rejîma  Siyonîstî li navçê bidomînin.

Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma siyonîstî roja pêncşmeiyê li Mesqeta, paytexta Umanê bi Sultan Qabûs paşayê vî welatî re hevdîtin pêk anî.

Her du alî li vê hevdîtinê li bara meselên  dualî û navçeyî ji wan bipêşdebirina pêvajoya lihevkirinê gotûbêj kirin.

Pêvajoya lihvekirinê li Rojhilata Navînê ku li sala 1991an  bi rênimûnî û  plana   Emerîkayê û hin dewletên ewrûpî pêk hat, pêvajoyeke bi talûke  û aloz tê hesabê ku armanca wê binpêkirina  tam a  mafên  filistîniyan e.

Başa dön tuşu