Tevgera Ensarullaha Yemenê 57 dîlên di destê xwe de berdan
Berdevkê tevgera gelanî ya Ensarullahê Yemenê 57 dîlên di destê xwe de yên Hevpeymaniya li dij Yemenê ya Erebistanî serbest berdan.
Malpera Sede Newsê ragihand ku berdevkê tevgera gelanî ya Ensarullahê Yemenê û serokê taxima muzakireyê ya vê tevgerê li gotûbêjên aştiyê yên Kuweytê Muhemed Ebdulselam got: Tevgera Ensarullahê 57 hêsîrên Hevpeymaniya Desdirêjkar a Erebistanê li parêzgeha Umranê li bakûra Yemenê serbest berdane.
Muhemed Ebdulselam got: Li rewşa ku taxima Neteweyî ya Yemenê niyeta xwe ya xêrê li bara azadiya hêsîran nîşan daye, lê belê taxima Riyazê qet guhê xwe nedaye ser daxwazên bi dû hev ên Rêxistina Netewyên Yekbûyî bona azadkirina hêsîr û dîlên li destê xwe de û derheq derd û kulên xellkê Yemenê xemsar e . Tevgera Ensarullahê ya Yemenê lîsteya navê 4000 hêsîran ji artêş û grûpên din ên vî welatî welatî li muzakireyên aştiyê ya Kuweytê raber kiriye, lê belê siudiyan û aliyên din ên muzakirê bi tenê hebûna 137 hêsîran piştrast kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)