IraqNûçeRojhilatanavin

Tevgera Goran îstifaya Barzanî xwest

Tevgera Goran a ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) serkêşiya mixalefetê dike diyar kir ku divê Serokê HKIyê Mesûd Barzanî û Arîkarê wî Kosret Resûl ji peywira xwe îstifa bikin.

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî li navenda partiyê ya li Silêmaniyê civîna çapemeniyê kir û got ku “Gelê me gelek destbiketiyên ku bi xwîna xwe bi dest xistibûn winda kir. Heybeta pêşmergeyan şikest. Me gelek welatên dost winda kir. Sedema van hemûyan îqtidara ku di rabirdûyê de bi ser neket e.”
Haci parast ku meşrûiyeta Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê û Kosret Resûlê Arîkarê Serok nemaye û got ku “Divê ji peywira xwe îstifa bikin. Di heman demê de divê qabîneya hikûmetê ya berdest jî bê fesxkirin. Divê Hikûmeta Rizgariyê ya Neteweyî bê avakirin û qanûna serokatiyê jî bê fesxkirin û ji nû ve li serê bisekinin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu