IraqNûçeRojhilatanavin

Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê tevlî bereya Dijberan (Opozîsiyon) bû

Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê bi rêbertiya Seyid Emar Hekîm ragihand ku ev tevger tevlî Bereya Dijberên dewletê Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê bûye.

Li gorî rapora IRNAyê, Ofîsa siyasî ya Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê bi serokatiya Seyid Emar Hekîm piştî civîna awarte ya serokên vê tevgerê, yekşemiyê bi şev bi dayîna daxûyaniyekê qala tevlîbûna fermî ya xwe nav Bereya dijberên siyasî yên dewleta niha bi serokwezîrtiya Adil Ebdulmehdî kir.

Di vê daxuyaniyê de hatiye ku Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê di civîna xwe ya Yekşemiyê bi hilkolandina rewşa siyasî ya welêt, rewşa xizmetên gelemperî û çaverêtiyên gelê Iraqê û bi bihîstina hûr a nêrînên cûrbicûr li bara ast û çawaniya xebata dewletê û rewşa giştî ya serdest li Iraqê, biryar da ku tevlî Bereya Dijberan bibe.

Başa dön tuşu