NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama işkestên DAIŞ li rojhilata Sûriyê

Terorîstên DAIŞ`ê li navçên derûdora bajarê Dêyrezûrê rastî işkestên zav hatin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sanayê, Yekîneyên artêşa Sûriyê îro li derûdora Dêyrezûrê carek din li hemberî êrişên terorîstên DAIŞ`ê rawestan û tankek û sê tirombîlên wan teqandin û gelek ji terorîstan kuştin yan jî birîndar kirin.

Bingehekî agehdar li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçan a IRNA`yê jî ragihand ku terorêîstên DAIŞ`ê îro ji başûr û bakûra rojavaya Dêyra Zorê êrişî ser balafirxana vî bajarî kirin ku artêşa Sûriyê û hêzên gelanî li hemberî wan rawestan û işkesteke giran li terorîstan xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu