ÎranNûçeRojhilatanavin

Tevî hemî komployan û ji bo korbûna çavê dijminan, hêza Nizama Islamî dê roj bi rojê zêdetir bibe

Seyyid Îmam Elî Xameneyî li hevdîtina digel hejmareke fermandeyên pilebilind ên hêzên çekdar ên Îranê, hesta xeterê ya dijminan a ji ber hêza ber bi zêdebûnê ya Îranê hegera zêdebûna êrişên wan zanî.

Seyyid Îmam Elî Xameneyî îro nîvro li hevdîtina digel hejmarek fermandeyên payebilind ên hêzên çekdar ên welêt, tevî pîrozkirina çend cejnan nemaze meha Recebê, got: Mehên Receb, Şeiban û Remezanê bi hegera rojên bimbarek ên xwe ji bo bendeyên salih ên Xwedê cejn in û divê behreya herî zêde ya meinewî ji van mehên pirrbereket bê wergirtin.

Seyyid Îmam Elî Xameneyî, iqtidar, ewlehî, rûmet û şîyana têrêker a di dema pêwîst de wek armancên sereke yên hêzên çekdar ên Îranê rêz kirin û bi pêgirîya ser pêwîstîya perwerdekirina kadro û hêzên dewsgir li hêzên çekdar got: Encama pêngav û çalakîyên li hêzên çekdar divê di çarçova dabînkirina armancên kivşkirî de be.

Wî herwiha serdema niha “serdema rûmeta Komara Islamî ya Îranê“ zanî û pêgirî kir: Hegera êrişên bêmînak ên niha ser Pergala Islamî, hêz û şîyana ber bi zêdebûnê ya vê pergalê ye, ji ber ku dijminan ji ber vê hêza ber bi zêdebûnê bi giranî hesta xeterê kirine û êrişên xwe zêde kirine.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Tevî hemî komployan û ji bo korbûna çavê dijminan, hêza Nizama Islamî dê roj bi rojê zêdetir bibe.

Berî axavtina rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê, serdar serleşker Mihemed Baqirî serokerkanê hêzên çekdar ê Îranê raporek têkildarî destkevt û çalakîyên hêzên çekdar di sala buhurî de raber kir û got: Di sala nû de, em sozdar in hewildan û hereketên têkoşerane ji bo bidestxistina armancan pêk bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu