Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Kavilbûna Yemenê ji ber destdirêjiyên Erebistanê

Tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê ragihand ku kaviliyên vî welatî ji ber destdirêjiyên Erebistanê ne.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçan a Yemenê, Muhemmedelî Hûsî, serokê komîta inqilabî ya bereya Ensarullaha Yemenê got: Desthata destdirêjiya Erebistanê ser axa Yemenê bi palpiştiya Amerîkayê kaviliya jêravahiyên Yemenê û kuştina welatiyên yemenî ye û hema hîn jî Erebistan ji terorîstên nav axa Yemenê piştevaniyê dike.

Muhemmedelî Hûsî teqînên terorîstî yên Edenê ji ber mecala çêbûyî bo terorîstan ji aliyê Erebistanê da zanîn û destnîşan kir; Gotûbêj tenê riya çareserbûna kirîza Yemenî ye. Gotûbêjên aşitiya Yemenê ji 20`ê Nîsana 2016`an va li Kuwytê destpê bûne û ji ber xwetêkeliyên Erebistanê heta niha tu desthateke erênî ji van gotûbêjan nehatiye bidestxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu