ÎranNûçeRojhilatanavin

Textrewançî: Donald Trump ne yê bawerpêkirinê ye

Sefîr û Nunerê Dayimî yê Îranê li NY wek berteka himberî idiaya Serokomarê Amerîkayê ya muzakira digel Îranê got: Donald Trump ne yê bawerpêkirinê ye.

Sefîr û Nunerê Dayimî yê Îranê li NY Mecîd Textrewançî di hevpeyvîna digel Kanala NBC ya Amerîkayê di bersiva wê pirsê ku “gelo Îran amade ye were ser masa muzakirê?“ de got: Destpêkê divê Serokomarê Amerîkayê Donald Trump bêje ka çima ji masa muzakirê vekişîya?

Ligorî gotina Textrewançî, Trump di halekî da terka masa muzakirê kir ku zilhêzên cîhanê û Konseya Ewelhîyê jî têkildar bûn û muzakire erê û piştrast kirin.

Sefîr û Nunerê Dayimî yê Îranê li NY herwiha got: Ji ku va kivş e ku Serokomarê Amerîkayê careka din terka masa muzakirê neke ji ber ku wî qanûnên navnetewî inkar û ibtal kirine.

Textrewançî herwiha wek berteka himberî idiaya Serokomarê Amerîkayê ya muzakira digel Îranê bi merema girtina pêşîya bidestxistina çekên navokî got: Wer xûya dike ku haya Trump ji wê yekê tineye ku Îran ne bi dû çekên navokî ye.

Sefîr û Nunerê Dayimî yê Îranê li NY bibîr xist ku di 14 raporên Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê da nêta xêrê ya Îranê hatîye erêkirinê û fitwaya rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî jî wê yekê diselimîne.

Serokomarê Amerîkayê duh got ku ji rêvebirên Îranê dixwazim ku bi min re bikevin têkilîyê û jibo lihevkirineke baş biaxivin, lihevkirina ku jibo derketina ji qeyrana aborî alîkarîya wan bike.

Trump herwiha idia kir ku ew tiştekî zêde ji Îranê naxwaze û tenê dixwaze ku Îranê çekên navokî tinebin.

Başa dön tuşu