FilistînIraqNûçeRojhilatanavin

Eşîretên Iraqê bona piştevaniya Qudsê tovbûn

Mezinên eşîretên Iraqê li vê konferansekê biryara Trump serokkomarê Amerîkayê ku Quds wekî paytexta Rejîma Siyonîstî binav kir, mehkûm kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Bi sedan kes ji mezinên eşîretên Iraqê li vê konferansekê biryara Trump serokkomarê Amerîkayê ku Quds wek paytexta Rejîma Siyonîstî bi nav kir, mehkûm kirin û piştevaniya xwe ji Qudsê wek paytexta Filistîniyan ragihandin; Herwisa ser yekîtî û hevgirtina gelê Iraqê sekinîn û ragihandin ku Quds ya misilmanan e û kesên ku piştevaniya filistîniyan nekin navê wan dê li dîrokê ji bîr bibe.

Ehmed Eqil baylozê Filistînê Li Iraqê jî li vê konferansê bal kişande ser vê yekê ku peywendiyên hinek ji rejîmên erebî tev Rejîma Siyonîstî xeyaneta bi îslamê ye ragihand ku pêwîst e roja îro misilman li hemberî pîlanên dijminan hişyar bin û piştevaniya bereya berxwedanê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu