IraqNûçeRojhilatanavin

Tirafîka Hewlêrê dest daniye ser 900 motorsîklêtan

Tirafîka Hewlêrê ragihand, dest bi ser herî kêm 900 motorsîklêtên ku qanûnên tirafîkê binpê kirine, de girtine.

Berdevkê tirafîka Hewlêrê Fazil Hacî li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, polîsên tirafîka Hewlêrê karîne di heyamek kurt de dest danên ser herî kêm 900 motorsîklêt.

Fazil Hacî daye zanîn, wan motorsîklêtan qanûnên tirafîkê binpê kirine ji ber wê jî hatine zeftkirin û gotiye, dê tevahiya wan motorsîklêtan bên şikandin.

Wî efserê tirafîka Hewlêrê daye xuyakirin, her motorsîklêta ku qanûnên tirafîkê binpê bike dê were zeftkirin û şikandin, ji ber wê jî dema kesek motorsîklêtekê dikirre bila gelekî hişyar be û motorsîklêtên qaçax bikar nehîne.

Berdevkê tirafîka Hewlêrê eşkere kiriye ku dê di qonaxa din de jî wan dikanên ku motorsîklêtên qaçax difroşin, bigirin.

Başa dön tuşu