NûçeRojhilatanavinSûriye

Tirkiyê êrîşî ser baregehên artêşa Sûriyê kir

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî li parêzgeha Helebê, Artêşa Tirkiyê baregehên artêşa Sûriyê li navçeya Til Rifetê li bakurê vê parêzgehê dan ber êrîşên bi xwefirr û topxaneyê.

Li gorî ragihandina van çavkaniyan, Ji ber vê êrîşê şeş leşkerên sûrî hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn. Artêşa Tirkiyê di vê êrîşê da baregeha artêşa Sûriyê li balefirgeha leşkerî ya Menexê kir armanc.

Pêştir Enqereyê bajarê Til Rifetê wek armanceke operasyona pêşdaçûna artêşa xwe li navçeyên sînorî yên bakurê Sûriyê destnîşan kiribû.

Karzanan ev êrîşa artêşa Tirkiyê li ser baregehên artêşa Sûriyê li dû hevdîtinên rayedarên payebilind ên leşkerî-ewlehiyê yên du welatan li Moskoyê ecêb zanîn.

Başa dön tuşu