IraqNûçeRojhilatanavin

Tolhildana DAIŞ`ê ji sivîlan li rojhilata Mûsilê bi êrîşên bi hawanan

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, roja sêşemiyê ragihandin ku zêde ji hezar û 200 kesên sivîl di encama êrişên bi hawanan ên terorîstan ser beşên azadbûyî yên li rojhilata Mûsilê de hatine kuştin yan birîndar bûne.

Li gorî rapora malpera El Şerqiye News`a Iraqê ji zarê rayedarên ewlehî û leşkerî yên Iraqê, Endamên DAIŞ`ê bi dû şikesta li beşên rojhilatî yên Mûsilê, bi awayekî bê armanc hawanan tavêjin ku di encama van êrişanda heya niha hezar û 200 kes hatine kuştin yan birîndar bûne.

Endamên terorîst ên DAIŞ`ê piştî azadkirina gellek beş û taxên rojhilata Mûsilê, dijî pêgehên hêzên iraqî, operasyonên xwekujiyê cih tînin. roja yekşemiyê di encama teqîna du trombîlên bombekirî yên DAIŞ`ê li rojhilata bajarê Mûsilê de, herîkêm 26 hêzên iraqî hatin kuştin.

Ji aliyê din ve qumandeyekî payebilind ê yekîneya şerrê dijî terorîsmê li Iraqê got ku heya azadiya tam a beşa rojhilatî ya Mûsilê, tenê şeş taxên din mane û bi vî awayî beşa rojhilata Mûsilê, wê bi tamî ji destê koma terorîst a DAIŞ`ê were azadkirin.

Berî niha Ajansa Zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) ragihandibû ku nêzî 35 hezar zarokên mûsilî di mideha du mehên buhurî de aware bûne.

Operasyona Mûsilê ji 17`ê Cotmehê ve li bakûrê Iraqê ji şeş mêhweran ve û li ser fermana Heyder Ebadî, serokwezîr û qumandê gişt hêzên çekdar ên Iraqê ve dest pê bû (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu