Tomarkirina pêşnumaya şikayeta Îranê ji Emerîkayê li dîwana navneteweyî ya dadweriyê
Piştî tomarkirina pêşnumaya tam û tekûz a Îranê li dijî Emerîkayê li dîwana navnetewetyî ya dadweriyê, pêngaveke bibandor a din jibo vegerandina mal û heyitiyên Îranê ji Emerîkayê hat rakirin.
Piştî dozvekirina Îranê dijî Emerîkayê li Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê ku li dawiya buhara derbasbûyî cih hat, navenda mafên navneteweyî ya saziya serokkomariya Îranê karî ku 1`ê Sibata îsal, pêşnumaya tam û tekûz a Îranê li dijî Emerîkayê tev belgeyên têkildarî wê li 4 cildan amade bike û li Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê tomar bike.
Dewleta Îranê li vê pêşnumayê bifermî li dijî dewleta Emerîkayê ji ber zevtkirina nêzîkî 2 milyar dolar ji mal û heyîtiyên Banka Navendî ya Îranê li Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê doz vekiriye.
Îranê li vê pêşnumya xwe ya tam û tekûz li dijî Emerîkayê ji dîwana navneteweyî ay dadweriyê xwestiye ku Emerîkayê mehkûm bike û binpêkirina berpirsiyariyên xwe rawestîne û wê neçar bike xisarên ku li Îranê xistine bicebirîne.
Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê li gorî qayîde û qiraran, pêşnumaya Îranê radigihîne Emerîkayê û navbera dadwerên dîwanê jî belav dike .
Li gorî fermana 1`ê Tîrmeha 2016`an a Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê, divê niha Emerîka pêşnumaya berevaniya xwe heya 1`ê Îlona 2017`an raberî Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê bike.
Pêşnumaya tam û tekûz a li bara doza Îranê li dijî Emerîkayê li çarçova binpêkirina hevhatinnameya navbera du welatan nasiyar bi Peymana Mewedet (hevaltî) û peywendiyên aborî û konsûlî navbera Îran û Emerîkayê li sala 1955`an hatiye tomarkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)