AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Tomarkirina rekorda nû li îxracata nifta Îranê

Rêveberê şîrketa  termînalên niftê yên Îranê, Pîrûz  Mûsewî roja pênşemiyê tekez kir: Bi barkirina  hevgav a 10 gemiyên niftkêş ên navenda niftê ya Xarkê wek navenda herî mezin a niftê ya Îranê li Kandava Farsê roja sêşemiyê 9 milyon û 200 hezar bermîl nift ji Îranê bo derveyî welêt hat şandinê.

Rêveberê şîrketa termînalên  niftê yên Îranê got: 9 gemîyan ji riya iskileyê û gemiyekê bi şêwaza STS gemî bi gemî nifta xav a îxracbûyî ya Îranê bar kirin.

Mûsewî bal kişand ser vê yekê ku her wiha milyonek bermîl nifta xav jî ji riya  barkirina  gemiyên din hatîye şandin û got: Niha zirûf û hêza barkirina gemiyên niftkşê li  navenda Xarkê rojê  zêde ji 9 milyon bermîl e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu