CîhanNûçeRojhilatanavin

Trump: Bi milyonan penaber paşda bên şandin

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê diyar kir ku ji hefteya pêşiya me pê va pêvajoya paşdaşandina bi milyonan penaberên bi rêyên dereqanûnê hatine Amerîkayê ew ê dest pê bike.

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku Yekeya Mihefezeya Gumrik û Penaberan ya Amerîkayê (ICE) ew ê hefteya pêşiya me pêvajoya paşdaşandina bi milyonan biyaniyên bi rêyên dereqanûnê hatine welêt bide destpêkirin, ew ê bi lez penaberan ji welêt bişînin.

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku pêvajoyê bi lez were meşandin, ew ê qanûna koçê ya Meksîkayê bi kar bînin û karekî baş derxin.

Trump li Orlandoya bajarê Florîdaya eyaleta welêt dest bi pêşbaziya seroktiyê ya heyama 2yan kir, di axaftina xwe da bal kişand ser penaberên ji welatên Amerîkaya Latîn tên û got, “Em bawer dikin ku ji bo welatiyên guh didin qanûnan welatê me bibe sitargeh lêbelê ji bo biyaniyên sûcdar wisa nebe.”

Başa dön tuşu