CîhanNûçe

Trump: Divê Erebistan diravekî zêdetir bide Amerîkayê

Serokomarê Amerîkayê ji serokên Erebistanê re got: Hûn divê xercên hêzên me ku welatê we diparêzin, bidin.

Donald Trump şeva buhurî di civînekê li eyaleta Mînêsûtayê li koma hogirên Partîya Komarxwaz de got: Em Erebistanê diparêzin lê ew di berdêla vê yekê de diravekî kêm didin me.

Trump got: Erebistan divê xercê giran ê eskerên amerîkî ku hikûmeta Erebistanê diparêzin, bi awayekî tam bide.

Serokomarê Amerîkayê herwiha piştgirî da biryara bihellahella ya veguhestina balyozxana vî welatî bo Qudsê û got: Me balyozxana Amerîkayê veguheste Qudsê di halekî de ku gellek kesan dil hebûn me ji vî karî poşman bikin.

Trump herwiha idia kir: Gelê Amerîkayê niha serokomarek hene ku ji ber xatirê Amerîkayê sekinîye û hin kar kirine ku hîç serokomarekî din nekirine.

Serokomarê Amerîkayê herwiha got: Em ê di 5 hefteyên bê de ezmûneke dêmokiratîk li hilbijartinên Kongirê bi dest bixin. Wî ji gelê Amerîkayê xwe di van hilbijartinan de pişta Partîya Komarxwaz bigirin. Trump herwiha got: Serdestîya Dêmokiratan li Kongirê wê ji bo Amerîkayê bibe sedema karesatê.

Başa dön tuşu