CîhanEwropaFilistînNûçe

Trump: Eger Demokrat hilbijartinê bibin Îsraîl bi tenê dimîne

Serokê Amerîkayê ragihand ku eger Demokrat di hilbijartinan de biserkevin û acendaya wan were cîbicîkirin, wê demê Îsraîl bi tenê dimîne.

Di civîna salane ya Hevpaymaniya Cihuyên Komarî yên Amerîkayê de ku duh Şemiyê li Las Vegas, Donald Trump gotarek pêşkêş kir û bal kişande ser berdewambûna piştgirîkirina Cihûyan û Îsraîlê û ragihand, di serdema îdareya wî de, biryarên naskirina Qudsê wek paytexta daîmê ya Îsraîlê û veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avivê bo wî bajarî, û bi fermî nasandina serweriya Îsraîlê bi ser bilindahiyên Golanê de hatine dayîn.

Trump got: “Me ew tişt da we ya ku we dixwest” û tekez kir: “Berovajî serokên din, ez li ser sozên xwe dimînim.”

Serokê Amerîkayê amaje bi hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê di sala 2020 de kir û da xuyakirin, “serkevtina Demokratan di 2020 de dikare zirarê bigihîne Îsraîlê.”

Donald Trump got: “Demokrat girîngiyê bi acendaya herî radîkal a siyasî ya nav dîroka Amerîkayê didin û eger hat û acendaya radîkal a demokratan were cîbicîkirin, wê demê aboriya me wêran dibe, welatê me felc dike û Îsraîlê jî bi tevahî bi tenê dihêle.”

Trump tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna piştgiriya Hevpeymaniya Cihûyên Komarî bo namzediya xwe di hilbijartinên 2020 de kir û diyar kir: “Ez dizanin ku Hevpeymaniya Cihûyên Komarî ji bo serkevtineke din a dîrokî dê alîkariya serkirdatiya partiya me bike.”

Trump herwiha got: “Me pêwîstî bi Komariyên zêdetir heye. Em herin wê demê em dikarin her tiştî bi dest bixin.”

Hevpaymaniya Cihuyên Komarî yên Amerîkayê yek ji wan grûp û rêxistinan bû ku di propagandeya hilbijartina sala 2016ê de piştgiriya Trump kir.

Başa dön tuşu