ÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî: Dirêjkirina dema boykotên li dijî Îranê, binpêkirina rêketinama navokî ye

Elîekber Salihî li gotûbêja ligel nûçegihanê me li bara dirêjkirina dema boykotên Amerîkayê li dijî Îranê got: Qanûna boykotên dehsalî niha heye lê serokomarê Amerîkayê ew ibtal kirîye û bandora wê tineye lê heke ew careka din cih were, bi wateya binpêkirina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ye.

Wî li bara berteka ihtimalî ya Îranê li hemberî vê kiryara amerîkîyan got: Komara Islamî ya Îranê niha tu pêwîstîyekê li bara aşkirakirina pêngavên xwe li hemberî wê nabîne, me tivdîrên xwe ji pêşva kirine ango em baş amade ne ku bixwazin bertekê nîşan bidin.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê bibîr xist ku ev mijara li civîna desteya çavdêrîya ser cihanîna rêketinama navokî ku serokomarê welêt bi dû gotinên rêberê qedirgiran ê inqilabê ew pêk anîbû, hat hilêxistinê û pêngavên pêwîst hatine kifşkirinê û desteya çavdêrîyê pêngavên têkildarî vê mijarê dişopîne û em ê anegorî pêvajoyê biryarên pêwîst bidin.

Salihî li dawîyê desnîşan kir ku me tivdîrên pêwîst kirine lê em niha naxwazin ku bêjin ka em ê çi bikin, ji ber ku me biryar daye berpirsên Nizama Komara Islamî ya Îranê di dema pêwîst da û li gorî şarezatîya xwe ji me ra bêjin û em ê jî pêngavên pêwîst rakin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu