CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Trump fermana “Rewşa Awarte ya Neteweyî” derbarê Komara Îslamî ya Îranê dirêj kir

Donald Trumpê Serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê fermana R jibo saleke din dirêj kir.

Li gorî rapora Al Alamê, Donald Trumpê Serokomarê Amerîkayê bi daxûyaniyekê îdia kir ku wî fermana  “Rewşa Awarte ya Neteweyî” derbarê Komara Îslamî ya Îranê bi armanca sekinîna li hemberî gefêîn ne asayî yên Komara Îslamî ya îranê dirêj kiriye.

 Fermana “Rewşa Awarte ya Neteweyî” derbarê Komara Îslamî ya Îranê bo cara yekem di 15ê Mijdara sala 1979an (24ê meha Abanê ya sala 1358) ji aliyê serokomarê wê demê yê Amerîkayê va hat wajokirin û ji wê demê va her salê dirêj dibe.

Fermana “Rewşa Awarte ya Neteweyî” derbarê Komara Îslamî ya Îranê vê desthilatê diee serokomarê Amerîkayê ku mal û heyitiyên Îranê desteser bike.

Amerîkayê heta niha bi miliyaran dolar ên Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî neqanûnî desteser kiriye.

Trump li vê daxûyaniyê her wiha amaje bi derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atmî kir û îdia kir ku Komara Îslamî ya Îranê çalakiyên xwe yên xerabker li navçeyê berfireh dike.

Donald Trumpê Serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê, 8ê Gulana 2018an bi awyê yekalî bi binpêkirina sozên Waşîngtonê yên jêr Lihevkirina Atomî, welatê xwe ji vê lihevkirinê derxist û vegeriyana boykotên dijî Îranê ragihand.

Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû. Dora yekem a van boykotan ji roja 7ê Tebaxa 2018an va dest pê bû; Dora duyem jî ji roja 5ê Mijdara 2018an va kete qada cihanînê.

Komara Îslamî ya Îranê roleke bingehîn û girîng li warê têkoşîna dijî komplo û kiryarên bereya amerîkî-siyonîstî li navçeyê heye.

Îran jibo têkoşîna diojî komên têrorîst ên bin sîvanan piştevaniya Amerîka û hevpeymanên wî welatî li Iraq û Sûriyê li ser daxwaza fermî ya van welatan rawêjkariyên leşkerî dide wan; Karê ku qet kêfa Amerîkayê pê nayê.

Başa dön tuşu