CîhanNûçeRojhilatanavin

Trump hişyarî da hevgirtiyê xwe yê li Rojhilata Navînê

Serokomarê Amerîkayê, hişyarî da paşayê Erebistanê ku bêyî piştgîriya artêşa Amerîkayê, tenê du hefteyan jî nikare li ber xwe bide û li ser desthilatê bimîne.

Li gorî rapora Reuters`ê, Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, roja sêşemiyê li axiftineka biheqaret li bara Erebistana Siûdî, hevgirtiyê xwe yê nêzîk, got: Min hişyarî daye Melik Selman, paşayê Erebistanê ku bêyî piştgîriya artêşa Amerîkayê, du hefteyan jî li ser desthilatê namîne.

Trump herwiha got: Em li berdêla tu tiştekî, ji gelek ji wan welatan berevaniyê dikin, lê li hember wê, ew bihaya niftê jorda dibin û ji me sûdê distînin, eva nebaş e, em ji wan dixwezin, zêdekirina bihaya niftê bidin sekinandin, em ji wan dixwezin dest bi kêmkirina bihayan bikin.

Axiftinên serokomarê Amerîkayê, li halekê raber bûne ku dewleta Trump, peywendiyeka nêzîk bi Erebistanê re heye û wê kelayeka qahêm li hember Îranê li navçê dizane.

Serokomarê Amerîkayê roja şemiyê jî li koma alîgirên xwe li Vîrcîniya rojavayê, bal kişand ser axiftina xwe ya bi rêya telefonê bi paşayê Erebistanê re û hin gotinên biheqaret ên wek wê li bara girêdayîbûna Erebistanê li Amerîkayê anîne zimîn û got: Min li vê axiftina bi rêya telefonê, ji Melik Selman re gotiye, diyar nîne bêyî Amerîkayê wê çarenivîsa Erebistana Siûdî çawan bibe.

Başa dön tuşu