FilistînNûçeRojhilatanavin

Hejmara şehîd û birîndarên filistînî zêde bûn

Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê raghand: li encama pevçûnên giran navbera filistîniyan û eskerên siyonîst, herîkêm 28 filistînî ji wan du zarok şehîd bûn û zêde ji 1000 kes jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora Al-Alamê, îro duşemiyê  hevgavê guhestina  balyozxana  Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsê, xwenîşandana  milyonî ya  Vegerê û têkbirina  dorpêça zîvala Gazayê hat lidarxistin.

Xwenîşanderên filistînî beşeke zav ji dîwarê navbir li rojhilata  Xan Yûnisê li zîvala Gazayê ji nav birin.

Çavkaniyên nûçan raghandin ku  siyonîstan  bi bombeyên gazê  êriş kirine ser trimbêla  hilgirê rojnamevanan  li navça  kampên  vegerê li sînorê rojhilata  zîvala Gazayê.

Navenda  raghandinê ya Filistînê ragahnd: Eskerên Rejîma Siyonîstî êriş kirin ser  navendên pizîşkiyê li rojhilata  Berîcê li zîvala Gazayê.

Nîşangirên îsraîlî rasterast êriş kirin ser xwenîşanderên li rojhilata  Cibalyayê. Her wiha  hejmarek ji eskerên siyonîstî piştî dîtina  pêşdeçûna  xwenîşanderên   filsitînî ser çeperên Rejîma siyonîstî li rojhilata  zîvala Gazayê,  paşde vekişyan.

Ji  dema biryara  li dijî Qudsê ya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê, 6 kanûna 2017` an  heya niha  zêde ji 100 filistînî bi derba gulla eskerên  siyonîst şehîd bûne.

Başa dön tuşu