CîhanNûçeRojhilatanavin

Trump: Ketina nav devera Rojhilata Navînê, şaşitiya herî mezin a dîroka Amerîkayê bû

Trump li xwe mikur hat ku destwerdana leşekrî ya Amerîkayê li Rojhilata Navînê ku li ser fermana Corc Bûşê Law, serokomarê berê yê Amerîkayê û ji aliyê hevpartiyên Trump bi xwe va pêk hat, şaşitiya herî mezin a dîroka Amerîkayê bûye.

Donald Trumpê seropkomarê Amerîkayê li hevpeyivînekê bi Hil TV’yê ra got: Şaşitiya herî xerab a welatê me ketina devera Rojhilata Navînê ji aliyê serokomr Bûş va bû.

Wî her wiha got: Renge Obama li derketinê (derketina leşkerên Amerîkayê ji navçeyê) şaşitî kiribe, lê bi nêrîna min derbasbûn (bo Rojhilata Navînê) şaşitiya herî mezin a welatê me bû.

Wî tevî ravekirina şaşzanîna vî karê bû, got: Me 7 trîliyon dolar li Rojhilata Navînê xerc kir. 7 Trîliyon doalr û bi miliyon kes gorî. Ez hisaba her duyan dikim.

Waşêîngtonêî bi mehneya şerê dijî têrorîsmê û piştî bûyerên 11ê Îlonê, di salên 2001 û 2003an da destpêkê şerê Efxanistanê  û piştra şerê Iraqê dest pê kir û bi dagirkirina van du welatan, binavahiyên wan ên bingehîn ji nav bir û di encamê da bi miliyonan welatî hatin kuştin û birîndar bûn.

Amerîka niha jî li Sûriyê bi awayê neqanûnî mudaxile dike û bi dagirkirina hin beşên wî welatî pişta hin komên têrorîst ên dijberê dewletê digire.

Başa dön tuşu