CîhanEwropaNûçe

Trump: Koreya Bakur li belaya xwe digere

Daxuyaniyên gefxarina li dijî Koreya Bakur yê Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump dewam dikin.

Daxuyaniyên beramberî hev yên Washington-Pyongyangê ku rageşiya piştî şandina Koma Keştiya Balafirê Carl Vinsonê ya Amerîkayê bo ava Koreyê zêde bûn, dewam dike. Herî dawî Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ji ser hesaba xwe ya twittirê Koreya Bakur hedef girt.

Trump di peyama xwe ya ewil de qala hevîdtina xwe ya bi Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping re kir, “Min ji Serokê Dewleta Çînê re eşkere kir ku piştî çareserkirina meseleya Koreya Bakur, peymanên bazirganiyê ku bi wan re hatine kirin, dê baştir bibin.”

Trump di peyama xwe ya din de jî got: “Koreya Bakur li belayê xwe diğere. Eger Çîn piştgiriyê bide gelek baş dibe. Eger alîkarî nede em vê meseleye bê wan çareser dikin. A.B.D nivîsand.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu