IraqNûçeRojhilatanavin

Bi milyonan belavok avêtin: Roja felatê nêzîk e

Firoke û helîkopterên şer ên Iraqê ji esmanên bajarê Mûsilê û navçeyên Hewîce û Qaîmê bi milyonan belavok avêtin û nîştecihên van deran agahdar kirin.

Xaneya Şer a Iraqê îro (06-12-2016) bi daxuyaniyekê eşkere kir, “Bi ser bajarê Mûsilê, navçeyên Hewîceya başûr û rojavayê Kerkûkê û navçeya Qaîma rojavayê parêzgeha Enbarê, belavok hatine belavkirin.”

Li gorî daxuyaniyê di belavokan de behsa serkeftin û pêşveçûna hêzên iraqî hatiye kirin û hatiye gotin; “Hebûna DAIŞê ya li Iraqê bidawî dibe û roja felatê nîzêk e.”

Hêjayê gotinê ye, ku beriya niha jî hikûmeta Iraqê bi firokeyan belavok bi ser navçeyên bin destê DAIŞê de belav kiribû û derbarê geşedanan de agahî gihandibû welatiyên Iraqê.

Herwiha beriya şerê Mûsilê jî belavok hatibû avêtin û li ser hatibû nivîsandin; “Dema operasyonê nêzîk e.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu