ÎranNûçeRojhilatanavin

Îrada micid a siyasî ya Îranê bona berfirehkirina hevkariya tev El-Cezayirê

Îshaq Cîhangîrî alîkarê serokkomarê Îranê li hevdîtina xwe ya îro şemiyê tev Nûredîn Bûterqeh wezîrê enirjiya El-Cezayirê li Têhranê destnîşan kir; Berpirsên Komara islamî ya Îranê bi micidî dixwazin ku peywendiyên xwe yên du alî tev El-Cezayirê berfirehtir bikin.

Îshaq Cîhangîrî destnîşan kir; Peywendiya navbera Têhran û El-Cezîrê piştî serketina inqilaba islamî ya Îranê hertim berfireh bûye û eva ku karbidestên derece bilinde du welatan bi hevra hevdîtinan pêk tînin nîşana girîngiya berfireh bûna peywendiyên navbera du welatanin.

Alîkarê serokkomarê Îranê herwisa bal kişande ser xebata du welatan bona kêmkirina girêdayîbûna abûra du welatan bi seneta niftê û destnîşan kir; Îran û El-Cezayêr wekî du welatên ku nifta wan heye gere ku pirtir bixebitin ta ku girêdayîbûna abûra xwe bi niftê kêm bikin.

Alîkarê serokkomarê Îranê herwisa hêviya xwe daye diyarkirin ku El-Cezayêr bona çareserkirina meselên navçê û cîhana islamê nexş û rolekî girîng bilîze.

Wezîrê Enirjiya El-Cezayêrê jî li vê hevdîtinê got: Piştî rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1, mijar bona berfirehkirina hevkariyên curbicur û bitaybet hevkariyên abûrî di navbera Îranê û El-Cezayêrê amade bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu