CîhanEwropaNûçe

Ûkrayna di bêrêtiyê de li cihanê yekemîn e

Li gorî lêkolîna şirketa İngiliz Ernst & Young EMEIA (Europe, the Middle East, India, Africa) di rêza bêrêtî ya cihanê de Ûkrayna bû yekemîn.

Rêvebir û şirîkê şirketa İngiliz Ernst & Youngê Aleksey Kredîsov ragihand ku bertîlxwarin ji bo karsazên dinyayê astegiyeke cidî çêdike û ev li Ûkraynayê her diçe zêdetir dibe.

Aleksey Kredîsov di berdewamiya axaftina xwe de got: “Îsal ji sedî 88ê hemwelatiyên ûkraynî di warê bêrêtiyê de rewşa wan xirabtir bûye. Divê em zêdetir bala xwe li ser fealiyetê saziyên ku di bin bandora hikûmetê de veqetînin. Divê em di mijara îdareya şirketên dewletê de zelaliyê teşwîq bikin.”

Ji 40 welatî 4 hezar û 100 karsaz tevlî lêkolîna Ernst & Youngê bûn. Li gorî lêkolînê welatên ku herî hindik bêrêtî lê dibe, Finlandiya, Norveç û Danimarka ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu