IraqNûçeRojhilatanavin

Gişt deverên bin destê DAIŞ`ê li Enbarê bi zûtirkê azad dibin

Berdevkê operasyona hevpar a Iraqê ragihand ku hin deverên ku hela jî li parêzgeha Enbarê di bin dagirkerîya koma têrorîst a DAIŞ`ê de ne, yê di çend rojên pêş de bên azadkirin.

 Yehya Resûl berdevkê opêrasyona hevpar a Iraqê got: Hin deverên bakûra çemê Firatê yên wek Rawe û Remanê û hin taxên din ku hela jî di bin dagirkerîya têrorîstên DAIŞ`ê de ne, ji hêla hêzên iraqî ve tam hatine dorpêçkirin.

Vî rayedarê leşkerî yê iraqî herwiha got: Hêzên iraqî yê bi zûtirkê derbasî deverên di bin dagikerîya DAIŞ`ê de bibin û ew ê di demeke kurt de ji têrorîstan, bombeyan û defikên teqandinê bên paqijkirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu