CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Urîs: “Hemî welat berpirsiyariyên xwe li gor vê hevhatina navneteweyî cih bînin”

Serokkomarê Rûsiyê bal kişand ser pêwîstî û giringiya parastin û cihanîna Rêketina Navokî û got: “Hemî welatên endamê Rêketina Navokî divê berpirsiyariyên xwe li gor vê hevhatina navneteweyî cih bînin”.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Viladîmîr Pûtîn roja îniyê li civîna rayedarên Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Bîşkêka paytexta Qirqîzistanê cardinê li bara dûhatên derketina Emerîkayê ji Rêketina Navokî hişyarî da.

  Serokkomarê Rûsiyê got: Derketina Emerîkayê ji Rêketina Navokî ne tenê rewşa navçê bê-ewleh kiriye belkî sîstema qedextiya weşandina  çekên navokî jî rastî pirsgirêkê aniye.

 Wî her wiah got: “Rûsiye wek serokê dewereyî yê Rêxistian Hevkariya Şanghayê dê hewl bide hemî welatên  endamê Rêketina Navokî berpirsiayriyên xwe li çarçoveya  vê hevhatina  navneteweyî cih bînin û vê nihêrînê tenê riya durust û maqûl dizane.

  Wî li beşeke din ji gotinên xwe ser pêwîstiya  zêdebûna beşdariya li navça Ûrasiyayê li gor  Yekitiya Aborî ya Ûrasiyayê û plana  “Yek Kember Yek Rê” teqez kir û got: “ivê ev beşdariya bêyî fêzatiyên siyasî û aborî bên domandin”.

 Serokkomarê Rûsiyê her wiha teqez kir: “Encamên  erênî ji rawestana li hember terorîzmê li Sûriyê hatine dest û piştî alîkariyên Rûsiyê bo dewleta qanûnî ya Şamê li warê rawestana li ber terorîzmê, komên terorîstî û mîlîtan li Sûriyê işkest xwarin”.

  Pûtîn her wiha ji welatên endamê Rêxistina Hevkariya  Şanghayê xwest ku hewl bidin bona girtina pêşiya çekên kîmyawî û mîkrobî li Sûriyê ji aliyê terorîstan.

 Serokkomarê Rûsiyê her wiha tevî pêşewaziya  ji berfirehkirina  serketî ya Rêxistina  Hevkariya Şanghayê û xurtkirina helwset û cih û şûna  wê li asta  navçeyî raghand ku piştî lidarxistina civîna Bîşkekê Rûsiyê serokatiya dewra din a vê rêxistinê li salên 2019`an-2020`an dê bigre istûyê xwe.

Başa dön tuşu