NûçeRojhilatanavinSûriye

Vegera 4 hezar xwendevanên sûrî ser dersê li medresên Helebê

Derdora çar hezar xwendevanên taxên rojhilata Helebê vegeriyan ser dersa xwe li medresên vî bajarî.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a SANA`yê, birêveberê Rêxistina Hînkarî û Perwerdehiyê ya Helebê got: sê hezar û 825 xwendevanên dibistanan li taxên azadbûyî yên Helebê li rojhilatê vî bajarîvegerîna ser sinfên xwe yên dersê.

Birêveberê Rêxistina Hînkarî û Perwerdehiyê ya Helebê Îbrahîm Maso  li dewamê de got: Li çarçova hewldanên dewletê ji bo berdewamiya hînkarî û perwerdehiyê û vegerîna xwendevanan ser dersên xweli taxên rojhilata Helebê heya niha 17 medrese serpêda hatine çêkirin û ji bo vegerîna xwendevanan amade bûne.

Maso got: Xwelî û kelefeyên nav dibistanan hatine hilanîn û xebat tê kirin ku pêdiviyên medrese û dibistanên hanê dabîn bibin da ku xwendevan bikarin dersxwendina xwe berdewam bikin.

Desteya wezîran a Sûriyê heftê Çileyê li bajarê Helebê civînek pêk anî û biryar da ku projeke lezgîn û taybetî bona serpêdaçêkirina 50 dibistanan li taxên rojhilata vî bajarî heya şeş mehan bên serpêdaçêkirin û amadekirin ji bo dersxwendinê.

Başa dön tuşu